Berên rikberiyê 2 bajarokan li gundewarê Helebê ji destê DAIŞê der dixin

Berên rikberiyê 2 bajarokan li gundewarê Helebê ji destê DAIŞê der dixin
Şer û pevçûn îro Înê di navbera berên rikberiya Sûrî û rêxistina DAIŞê de li gundewarê bakurê Helebê dîsa rû dan, tê de berên rikber pêşveçûneke balkêş pêk anîn hevdem bi topbarandina artêşa Tirkiyê li ser bargehên rêxistinê.

Serkirdeyekî ji berên rikberiyê ragihand ku, çekdarên odeya operasyonên Hûr-Kilis ên rikber êrîşeke rahêjandî li ser xalên DAIŞê li ser sînorê Sûrî-Tirkî pêk anîn, û pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de li bajarokên Cazir, Yehmûl, Til Hisên, Fêzeriyê û Ceka rû dan, tê de çekdarên rikber bajarokên Yehmûl û Til Hisên ji destê rêxistinê der xistin, û hêj pevçûn li bajarokên Cazir û Ceka berdewam in.

Heman serkirde amaje kir ku, pêşveçûna berên rikberiyê bi piştgiriya artêşa Tirkiyê hate kirin, piştî ku wê bi topên giran xal û bargehên DAIŞê armanc kir û dikarîbû gelek ziyanên madî û canî li çekdarên rêxistinê bike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات