îro jêderên nêzî hêzên Sûriya demoqratîk li bajarê Kobanî diyar kirin ku operisyona rizgarkirina bajarê Reqayê ji rêxistina DAIŞê ya teror dê di çend demjimêrên bê de dest bê bike.
Heman jêderaan dane zanîn ku hêzên Sûriya demoqratîk ku piraniya wan Kurdin li bajarokê Eyn Îsa ku 50 kîlometrî li bakurî Reqayê dikeve kom dibin da ku xwe amade bikin bo dest bi rizgarkirna Reqayê bi piştegiriya firokeyên hevgirtina navnetewî bikin û texmîn heye ku di demjimêrên bê de derdora 100 leşkerên Emerîkî bighêjin Rojavayê Kurdistanê da ku bi hêzên Sûriya demoqratîk re di rizgarkirina bajarê Reqayê de beşdar bin ,ji aliyekî din ve jî hêzên rêjîmê û bi piştegiriya firokeyê Rûsî xwe amade dikin da ku ji aliyê başûrî Reqayê êrîşî DAIŞê bikin.
Li gorî hin çavdêrên leşkerî ku dê hêzên Sûriya demoqratîk ji 2 aliyan ve êrîşî Reqayê bike ya yekemîn ji aliyê bajarokê Eyn Îsa û ya duyemîn dê ji aliyê bajarokê Bîr Hemûd be.
Di çend demjimêrên bê de dê were zelal kirin bê wê operisyon dest pê bike yan dê hêzên Kurdî li ser biriyara xwe bimînin ku ew berê xwe nadin Reqayê ta bajarên Cerablos û Minbicê rizgar nekin.
التعليقات (0)