Dîmistora: texmîne Cinêv 3 di demeke nêzîk de berdewam bike

Dîmistora: texmîne Cinêv 3 di demeke nêzîk de berdewam bike
Derbarê rewşa siyasî, Şandeyê NYê bo Sûriyê Sitîvan Dîmistora da zanîn texmîn heye danûstandinên Cinêv 3 nêzîk berdewam bikin.

Dîmistora di kongerekî rojnemevanî de ji bajarê Viyêna ragihand ku ne dûre di demeke nêzîk de danûstandinên aştiyê di navbera rêjîm û rikbariya Sûrî de berdewam bikin.

Ev gotinên Dîmistora hatin piştî ku girûpa navdewletî di civîna Viyêna de nikarîbûn demeke tekez ji berdewamiya wan dnûstandinan re deyînin.

Tê zanîn ku Wezîrê derve yê Emerîkî Con Kêrî duh ragihand ku veguhestina siyasî li Sûriyê dê di Tebaxa bê de têkeve warê piratîkê de.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات