Bakurê Kurdistanê - Şer û pevçûnên di navbera hêzên dewleta Tirk û ên Kurdan de li bajarên kurdan bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. Li gorî agahiyan, îro şerê di navbera hêzên PKKê û yên dewleta Tirk de li Şirnexê dijwartir bûye û di şer de wesayitek ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye têkşikandin.
Operasyon û qedexeya derketina derve ya li Şirnexê derbasî roja xwe ya 65an dibe û li gorî zaniyarên ji herêmê, şer li wir girantir bûye. Hêzên dewleta Tirk bi tank û topan êrişî taxên Yenimahale, Bahçelievlerê dikin. Bi heman dijwariyê jî hêzên PKKê bersiva van êrîşan didin.
Li hêleke din, jêderên Tirkiyê ragihandin, ku îro 4 leşkerên wan di êrîşeke gerîlayên PKKê de, li eyaleta Hekarî hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
التعليقات (0)