ARTA fm tenê bi stranan divegere weşanê

ARTA  fm tenê bi stranan divegere weşanê

Piştî 20 rojan ji şewata navenda radyoya ARTA fm li bajarê Amûdê, doh17ê Gulana 2016an, ev radyo vegeriya weşana xwe lê bê ku ti programên xwe yê civakî, siyasî yan aborî biweşîne. Tenê stranan li ser pêla xwe diweşîne.

Rêveberiya ARTA fm di daxuyaniyekê de vegera weşana xwe eşkere kir û li gor wan, ev biryar hat stendin piştî civînekê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re li bajarê Amûdê, ew hatin agahdarkirin ku ARTA fm dikare weşana xwe ji nû ve destpê bike, lê li gorî daxuyaniya ARTA fm ti hûrgilî li ser kesên tewanbar bi şewtandina radyoyê eşkere nekirin, tenê van rayedaran ji ARTA fm re gotin ew kêsên ev kar kirine wê werin dadgehkirin.

Rêveberiya ARTA fm carke din tekezkirin, ku ew Rêveberiya Xweser wek berpirsiyar diber şewtandina radyoya xwe de dibînin, ji ber ew desthilat e li Rojava.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, ARTA fm tekez kir ku şewtandina navenda wan derbeyek bû ji Rojava û aramiya wê re. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات