Jêderên meydanî ji Xûtayê ragihandin ku, çekdarên Feyleq El-Rehman û yên hin berên din êrîşî rêjîm li bajarokê Bezînayê kirin, û pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de rû dan,di encamê de, hêzên rêjîmê neçar bûn ku ji gelek deverên bajarok vekişin.
Heman jêderan diyar kirin ku, çekdarên rikber di êrîşa xwe de sûde ji tunel û korîdorên ku berê amade kiribûn girtin û bi rêya wan re şerê xwe bi rê ve birin, herweha 9 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn, beriya ku ew dest ji bargehên xwe berdin û ji wan deveran vekişin.
Li gorî wan jêderan ku, hêzên rêjîmê bi tundî ew dever topbarandin, hevdem bi êrîşên wê li ser bajarokê Dêr Esafîr bi mebesta kontrolkirina wî, lê ta niha ti pêşveçûn li ser zemînê nekirine, û hêj pevçûn li wir berdewam in.
التعليقات (0)