Twîter rêbazê jimartina tîpan diguhere

Twîter rêbazê jimartina tîpan diguhere

Ajansa Blûmbêrg di raporteke xwe de diyar kir, ku malpera civakî ya navdar Twîter dê di demeke nêzîk de rêbazê jimartina tîpan biguhere, û ew êdî nema wêne û pêvekan rûpelan weke tîpan dijmêre, lewma bikarînerên Twîterê dê karibin belavokên dirêjtir binivîsin.

Di dema ku hejmara bikarînerên malperên din, weke Facebookê bi awayekî balkêş zêde dibin, ên Twîterê ji ber vebijêrkên mîna hejmara tîpên sînorkirî, di salên bûrî de kêmtir dibin. Lewma, rêvebirên malpera navdar hewl didin bikaranîna Twîterê hesanîtir bikin û rê li ber bêhtirbûna bikarîneran vekin.

Li ser vê rapora Blûmbêrgê jî, rêvebirên Twîterê ti têbînî ta niha parve nekirine. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات