Mesrûr Barzanî: niha dem dema Serxwebûnê ye

Mesrûr Barzanî: niha dem dema Serxwebûnê ye
Her dem bi wir de diçe êdî serxwebûna herêma Kurdistanê her nêzîk dibe, nexasim piştî bi dawîkirina rêkeftina Saykis Bîko.

Şewirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 100 saliya salvegera Peymana Sykis Bîko roja Duşemê ragihand ku biryara Kurdistaneke serbixwe di destê gel de ye.

Mesrûr Barzanî, li ser rûpela xwe ya Twitterê, nivîsand, " xwînrijî û biserneketina sed salî, sedemin ku nexeşeyeke nû ji navçeyê re were danîn û dê ew nûbûn bi serxwebûna Kurdistanê be.

Di heman demê de cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ew gotinên Mesrûr tekez kir û wî jî ji hêla xwe ve got ku pêwîstiya Kurdan bi serxwebûnê mîna pêwîstiya mirov bi nan û avê ye, û got ku Mafê gelê kurd e bi serxwebûnê şad bibe, ku ji bo wê bi sedan sal xebat kiriye, qurbanî dane û xwîna xwe rijandiye.

Qubad Talebanî bang li Iraqê û Ereban kir ku hikûmeta Kurd hewla dostayeniyê li gel wan dide û eger Kurdê Başûr di çend salên dawî de nikarîbûn di çarçoveya yekdewletiyê de bijîn, dibe di rojê bê de bibin cîran û dostên baş.

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ji destpêka şerê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve ketiye rojevê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات