NASA: 2016 dê germtirîn sal be seranserî dîrokê

NASA: 2016 dê germtirîn sal be seranserî dîrokê
Hin pispor di ajansa Emerîkî ya valagehê (NASA) ragihand ku, rêjeya germahiyê di meha Nîsanê de ya herî bilind bû, ji dema ku wan dest bi kar kirin di orta sedsala 19an de.

Li gorî NASAyê dê 2016 germtirîn sal be seranserî dîrokê, piştî ku gelek lêkolîn kirin ji rêjeya germahiyê re li ser rûyê zemînê û di bin avên deryayn de, di encama wan lêkolînan de, diyar bû ku, Nîsana bihurî bi 1.11 rêjeyê ji heman meh ên ji sala 1951 ta bi sala 1980, ku ew sal ên NASA hemû lêkolînên xwe li ser wan ava dike.

Libarê vê mijarê, hin lêkolîner diyar kirin ku, hemû encam bal dikişînin li ser rewşeke awarte di seqayê de, û civaka navwelatî nikare ti tiştekî libarê wê bike, tevî ku gelek peyman û rêkeftin hatine îmzekirin, û ya dawî li Parîsê bû bi ebesta kêmkirina belavbûna xazan ji encama girtina germahiyê, hemû encam amajeya metirsiyeke mezin li ser zemînê didin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات