Hevdîtina Lavrov û Îsa li Viyênayê li ser daxwaza wezîrê Rûsî hate lidarxistin, tê de nûnerê PYDê diyar kir ku, partiya wî û alîgirên wê di Rêveberiya Xweser de xwedanê projeyeke siyasî ne, û ev proje çareseriyeke guncaw ji krîza Sûrî re datîne û li gorî rewşa Sûrî û hemû pêkhateyên wê ye, û pêwîst e ku ji ezmûna herêmên Kurdî sûde werin girtin da li tevahiya Sûriyê ev ezmûna serkeftî pêk werê, li gorî ku jêderine ji rêxistina PYDê ya Ewropayê diyar kirin.
Ji hêla xwe ve, wezîrê Rûsî li ser girîngiya PYDê di Cinêv3 de tekez kirû got ku, ew partiyeke xwedî hêzeke siyasî û leşkerî ye û qet nabe ew ji giftûgoyan bête bidûrxistin.
Hêjayîgotinê ye ku, welatên endam di grûpa navwelatî bo piştgiriya Sûriyê de li paytexta Nimsawî,Viyêna, îro civînekê lidar dixin, da mijarên rawestandina şer, derbaskirina alîkariyên mirovane û berdewamkirina giftûgoyên aştiyê libarê Sûriyê gotûbêj bikin.
التعليقات (0)