Balafirên Hevpeymaniyê li gelek deveran ji Sûriyê êrîşî DAIŞê dikin

Balafirên Hevpeymaniyê li gelek deveran ji Sûriyê êrîşî DAIŞê dikin
Balafirên şer ên Hevpeymana Navwelatî bi serkêşiya Emerîkayê, hejmarek ji êrîşên asîmanî li ser bargehên rêxistina DAIŞê li gelek deveran ji Sûriyê pêk anîn, û hemû xalên armanckirî bitevahî rûxandin.

Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kir, Hevpeymanî diyar kir ku, balafirên wê xalên DAIŞê li nêzî bajarê Bûkemal li parêzgeha Dêra Zorê topbarandin, herweha navendeke darayî ya rêxistinê û tirimbêleke wê li nêzî dergehê Tenef yê sînorî di navbera Sûriyê û Îraqê de bitevahî rûxandin.

Daxuyaniya Hevpeymaniyê tekez kir ku, balafirên wê lêdanên asîmanî li nêzî bajarê Minbicê li gundewarê Helebê pêk anîn û avêjera mûşekan ya DAIŞê armanc kirin, herweha bi 3ê lêdanan yekîneyên tektîkî û 4 bargehên din yên DAIŞê li nêzî bajarokê Mari topbarandin û bitevahî hemû rûxandin.

التعليقات (0)

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات