Fetih Heleb êrîşa rêjîmê li rojhilatê Helebê têk dibe

Fetih Heleb êrîşa rêjîmê li rojhilatê Helebê têk dibe
Hêzên rêjîma Sûrî û mîlîşyeyên alîgirên wê êrîşî bargehên berên rikberiyê li rojhilatê bajarê Helebê kirin, piştî pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de, rêjîm di êrîşa xwe de têk çû û hêzên wê neçar bûn ku vekişin, tevî ku balafirên wê heman dever bi tundî topbarandin.

Jêderekî meydanî ji Helebê ragihand ku, hêzên rêjîmê û mîlîşyeyên wê êrîşek mezin li ser berên rikberiyê li qeraxên devera pîşesazî û Şêx Necar pêk anîn, lê çekdarên odeya operasyonên Fetih Heleb, Ehrar El-Şam û ketîbeyên El-Sefwe El-Îslamiye rastî êrîşa wan hatin, û pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de rû dan.

Heman jêder diyar kir ku, di encama pevçûnan de, çekdarên rikber bi mûşekên taw tangeke rêjîmê rûxandin û leşkerên tê de kuştin, û êrîşa rêjîmê têk birin, hevdem bi êrîşên asîmanî ji hêla balafirên şer ve, yên deverên Til Brêc, penageha Henderat û Micbil bi bombeyên goşeyî topbarandin, bêyî ku ti ziyan hebin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات