Cizîrê: Alîkarî di deriyê Mebrûka re derbas dibin

Cizîrê: Alîkarî di deriyê Mebrûka re derbas dibin

ji 3 heyvan û şûn ve parêzgeha Cizîrê di dorpêçeke aborî de ye. Rêyên sereke, di serî de ya Mebrûka hatine girtin. Bi sedan Otombîlên veguhestinê li wê deverê dimînin û rê tune ye ku derbasî herêmên kurdî bibin. Li gor dihate xuyakirin, ew rê ji aliyê Rêvebiriya Xweser ve hatibû girtin û bace li ser Otombîlan dihatin ferzkirin.

Ji heftiyekê ve, grûpek ji kesên serbixwe ji nav wan D. Ferîd Sadûn, bi Kampaniya ’’Na ji dorpêkirin û birçîkirinê re’’ rabûn, û doh Şandeyek ji wan li dergehê gumrika Mebrûka beşdar bû, da ku rewş çûn û hatina Kemyonan ji nêz ve bişopînin.

Li ser vê mijarê, di hevdîtineke taybet de li gel Orient Net, serpereştiyarê kampaniya ’’Na ji dorpêkirin û birçîkirinê re’’ Dr.Ferîd Sadûn got: ’’Piştî ku rewşa aborî li rojava giha asta birçîbûnê, û alavên sereke ji pêdiviyên jiyanê li bazaran neman , me biryar da ku em bi vê kampaniyê rabin, da çareyêkê peyda bikin.Me hazirî ji mangirtinan re jî kiribû, lê ew kêşe hate çareserkirin’’.

Di heman dema ku kampaniya ’’Na ji dorpêçkirin û birçîkirinê re’’ lidar e , şandeya ku li Mebrûka beşdar bû, tekez dikin ku ew rê ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin. Li ser vê yekê Dr. Ferîd ji Orient Net re da xuyakirin ku rêya mebrûka ji aliyê rêvebiriya xweser ve nehatibû girtin lê ji encama dorpêçkirina DAIŞê rêya çûn û hatina kemyonan qutkirî bû. Bace li ser alavên xwarinê hatine rakirin û hemû otomebîlên li wê deverê dikarin derbas bibin, û doh bi xwe zêdî 20 kemyonan hatin herêma Cizîrê’’.

Diyar e ku ji doh ve alavên xwarinê û di serî de keskayî li bazaran têne firotin, lê ta neha pirsgirêka buhabûnê nehatiye çareserkirin, û prianiya alavên ku hene bi nirxên buha têne firotin. Li gor Endamên vê kampaniyayê, dê ew di karê xwe de, ta ku kêşeya abûrî çareser bibe berdewam bin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات