Elmanya ta sala 2020an dê 93 milyar Euro li ser penaberan xerç bike

Elmanya ta sala 2020an dê 93 milyar Euro li ser penaberan xerç bike
Hikûmeta Elmanî reşpelek aborî libarê budceya penaberan belav kir, tê de texmîna xerçkirina nêzî 93.6 milyar Euro li ser penaberan ta sala 2020an kir, û dê 55% ji penaberan xwedî kar bin.

Li gorî reşpela ku rojnameya Dêr Şibîxil belav kirye, wezareta darayî ya Elmanî texmîna wan serjimaran kir piştî lêkolînek ji hêla pisporên aborî yên welêt hatin kirin, û diyar kir ku, dibe ew hejmara pereyan bêhtir bibe, eger hejmara penabera bêhtirî texmînan bibe.

Li gorî wan lêkolînan, metirsî hene ku bandorek neyinî li ser mezintirîn aborî di Ewropayê de bibe, bitaybetî ku di sala 2015an de bêhtirî milyonek penaber derbasî Elmanyayê bûn, piraniya wan ji Sûriyê ne, ku ji rewşa şer û pevçûnan ji welatê xwe reviyane û li wir bicih bûne.

Lê li gorî şopandina rewşa koçberiyê, hejmara penaberên derbasî Elmanyayê dibin, bi şêweyekî balkêş kêm dibe, bitaybetî piştî îmzekirina rêkeftina Ewropî-tirkî.

Texmînên hikûmeta Elmanî dibêjin ku, dê 600 hezar penaber di sala 2016an de bicih bibin, 400 hezar ên din di 2017an de û 300 hezar di 2018an de, wisa ta sala 2020an ku dê hatina penaberan bidawî bibe, û dê 55% ji wan xwedanê kar bin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات