Sedsaliya Saykis- Pîko û pêdiviya dewleta kurdî

Sedsaliya Saykis- Pîko û pêdiviya dewleta kurdî

Rojnamevanê emerîkî yê navdar ( Dêvid Îgnaşyos) raporek di rojnama Waşinton Post de belav kiribû derbarê sedsaliya peymana Saykis-Pîko de û têde anî ziman ku li deverên weke Sûriyê û Îraqê êdî dewleta navendî nema heye û berdewamiya wê jî şaşitiyek mezin e. Û tekez dike ku pêwîste Emerîka li şûna vê peymanê şêwek nû lidar bixe, û ya herî baş Federalîsm e yan jî konfederalîsm e û helbet ew vê dike erkê Emerîka. 

Hêjayî gotinê ye ku civaka navdewletî bixwe jî giha ye wê baweriyê û ji berjewendiyên wê ye ku ew peyman bête rawestandin û êdî pêdivî bi şêwazeke nû heye li nexşeya guhertinên di paşerojê de. Ev jî tê wateya ku rêxistina Daîş û Xîlafeta Begdadî û şerê Sûnnî- Şîî û têrorê rewşeke cûda anîn Rojhilata Navîn ku berî sed salî nexşeyek ne di cihê xwe de hebû û bêtirîn netew ji wan ku tadarî lê hat û welatê wî parçe bû helbet kurd bûn. Îro jî dem giha ye ku ev peyman û zulim û şaşîtî rast bibe û kurd mafê xwe bi dest bixin û welatekî serbixwe ava bikin. 

Bêguman gava em kurd doza rawestandina peymanê dikin helbet em na bêjin ku wê sînorên Xîlafeta Osmanî vegerin, lê em tekez dikin daxwaza welatekî serbixwe ku bêtirî 50 meliyon kes bê dewlet in û ev hestên her mirovê kurd e û heger hin hebin vê dozê qebûl nekin yan jî bazar bikin, bêguman ev dibe berjewendî û ecindên partîtî yên teng. 

Rast e ev daxwaza kurdan teva ye welatekî serbixwe yan bi kêmanî li başûr be, lê îro di nexşeya nû de ev bixwe bûye pêdiviyeke navdewletî û ji berjewendiyên wan ku balans bikeve herêmê de. Ev jî wê here serî gava ku dewleta kurdî hebe ya ku bi rastî da xwiyakirin ji hevpeymana navdewletî re û hevalbendên wê ku ew karin bi xurtî şerê Daîş û têrorê bikin çi li başûr û çi li Rojhilata. 

Projeya guhertinê ya ku hatiye plankirin ji bo herêmê ji berî niha ve helbet wê para kurdan têde hebe ji ber ku kurd doza welatê xwe dikin û yan din jî ew e ku baweriya hevalbendên wan gelekî bi wan heye û roleke sereke di dest wan de ye û wê navenda guhertinê bin. Ev rastiya han kurd tînin ziman û hêviya wan xurt ku piştî sedsaliya Saykis-Pîko ev tişta giring ji wan re ne mîne xewn. 

Her şerekî cîhanî yan demsalan pêwîstî bi guhertinê heye û li gor bazar û berjewendiyên dewletên mezin û ne şaş e ku em jî sûd bigrin gava ava me û wan di yek çemî re here. 

Hemû pisporên siyasî û stratêjî vê rewşê şirove dikin û didin zanîn ku êdî nema bi nexşeya kevin tê bi rêvebir û pêwîtî bi levakirinek nû heye û behra me kurdan wê dinav de hebe. Dewleta navendî nema ligorî daxwaza ye, her milet û netewe gereke cihê wî hebe di nexşeya mafan de û serete gelê kurd. 

Li hêla din ya kurdî em tu gavên yekîtiyê li ber çavan na bînin, berî ku em Saykis-Pîko şermezar bikin, ka em werin nav xwe rast bikin û sînorên parçebûnê ji nav xwe rakin û lihev bikin jibilî hemû ciyawaziyên siyasî, lê dozeke netewî heye me kurdan tevan dighîne hev û ev her di ser berjewendiyan re ye. Ev daxwaz ne giran e û pir hesan e heger em dilxwazê netewa xwe bin û rast bin bi hebûna dewleta kurdî re wê çaxê hemû peyman ji nav diçin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات