Piştî vegerê, welatyên Holê rastî astengiyan tên

Piştî vegerê, welatyên Holê rastî astengiyan tên

Piştî demeke dirêj ji Kontrolkirina Hêzên Sûriya Demokratîk li ser Holê, welatiyên bajarok hin bi hin li gund û malên xwe divegerin. Bi 10 an malbat nû vedigerin herêma xwe, ew jî bi sedema ku Mayin û bombe di malan de hatibûn çandin, û jiyana welatiyan di metirsiyê de bû, lê neha piştî paqijkirina herêmê ji mayinan welatî bi hêsanî di nava Holê de tevgera xwe dikin. 

Li vê barê, di hevdîtinekê de li gel Orient Net, welatiyê bi Navê îsa El Xelef got:’’ Ev salek derbas bû, em ji malên xwe derketine, û neha em divegerin bajarokê xwe, lê pêwîstiya me bi pêdiviyên jiyanê pir heye, mîna alavên xwarinê , av û elektrîkê. Em doz dikin ji rêvebiriya xweser, ku van pirsgirêkan çareser bikin û pêdiviyên me pêk bînin’’.

Rewşa tenduristî li herêma Holê û gundewarê wê di aloziyê de ye, dermanên pêwîst tune ne. Di vê mijarê de Alya Umer ji Orient Net re axivî û got: ’’ Em bêhtirî 11 heyvan ji Holê bi dûr ketin. Me gelek astengî di jiyana koçberiyê de dît, lê neha jî em rastî heman aloziyan tên’’. Di berdewamiya gotina xwe Xanim Alya diyar kir, ku pêwîstiya wan bi derrmanan heye, herweha jî şîrê zarokan bi zehmetî û buheyî peyda dibe’’.  Di dawiya gotina xwe de welatiya bajarokê Holê destnîşan kir, ku eger rewşa welatiya neyê guhertin, dê piraniya wan careke din Koçber bibin.

Diyar e ku piştî bidûrxistina DAIŞê ji Herêma Holê, demek dirêj welatî nikarîbûn derbasî malên xwe bibin, û mijara paqijkirina herêmê ji mayinan demek dirêj berdewam kir. Li gorî welatiyên Holê, rewşa wan ya rojane di aloziyê de ye, di serî de buhayî û zehmetiya bi destxistina pêdiviyên jiyanê, di heman mijarê de xelkên Holê doza çareseriya van kêşeyan dikin.  

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات