Sînemegerên navcîhanî doza rakirina sizayê qamçîkirinê ji ser derhênerekî Kurd ji Îranê dikin

Sînemegerên navcîhanî doza rakirina sizayê qamçîkirinê ji ser derhênerekî Kurd ji Îranê  dikin

Hejmarek stêrkên sînemayê, ku di festîvala Kanê de beşdar in, doz li desthilatên Îranê kirin, sizaya 223 qamçî û salek zindan ji ser derhênerê Kurd Kîwan Kerîmî rakin.

Di daxyaniya, ku 40 dezgehên sînemaya navcîhanî îmze kirine de hate gotin, ku ’’Tawana derhênerê Kurd Kîwan Kerîmî, karê sînemayê ye, ku di rêya wî re, rastiyên civaka Îranê, bi awayekî cuda ji yê fermî pêşkêş kiriye’’.

Kesayetiyên daxuyanî îmze kirine, dozê li tevaya welat û hikûmtan dike, rola xwe di pêkanîna xwesteka wan bilîzin û weha domand:’’ Em nikarin qebûl bikin, ku Kîwan jî weke gelek hunermend û rojnamevanên din bikevin lîsteya wan kesên, ku Îranê ew ji mafên wan, û carina ji jiyana wan bêpar kirin. Tenê ji ber ku, wan nêrîna xwe ya hunerî û rexneyî diyar kirin’’.

Tê zanîn, ku desthilatên Îranî sizayê 223 qmaçî û salek zindan li derhênerê Kurd Kîwan Kerîmî, ji ber berhemkirina belgefîlmekî birî bûn. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات