Mosko doza beşdariya Kurdan di Cinêv3 de dike

Mosko doza beşdariya Kurdan di Cinêv3 de dike
Wezareta derve ya Rûsyayê doza beşdariya Kurdên Sûriyê di giftûgoyên Cinêv3 de kir, û diyar kir ku, bêyî beşdariya wan ti gotûbêj libarê pêşeroja Sûriyê nayên kirin, û Kurd weke hêzeke siyasî û leşkerî mezin bi nav kir.

Cîgirê wezîrê derve, Gênadî Gatîlov îro Înê got ku, Rûs dê mijara beşdariya Kurdan di Cinêv3 de, di civîna grûpa navwelatî bo piştgiriya Sûriyê de ya 17ê vê meha Gulanê de pêşkêş bike, û hêvî kir ku, ev mijar bête pejirandin, herweha ew civîn xwedî encamine erênî be û amaje kir ku, dê Rûsya li ser şerê li dijî terorê û girtina sînorê Sûrî-Tirkî tekez bike.

Gatîlov diyar kir ku, dê mijarên mirovane di civîna Viyênayê de gotûbêj bibin, û ta niha pêşveçûneke baş libarê wê hene, lê hin alozî bê çareserî hêj mane.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات