Hizbulah kuştina serkirdeyekî xwe li Sûriyê diragihîne

Hizbulah kuştina serkirdeyekî xwe li Sûriyê diragihîne
Fermandariya giştî ya Hizbulah, îro Înê ragihand ku, serkirdeyekî leşkerî yê wê di encama teqînekê de ku bargeheke wê li Sûriyê armanc kir, hate kuştin.

Di nûçeya xwe de ku li ser alavên ragihandina xwe de belav kir, Hizbulah diyar kir ku, serkirdeyê bi navê Mistefa Bediridîn di teqînekê de ku bargeha wê li nêzî balafirxaneya Şamê ya navwelatî armanc kir, hate kuştin, ligel ku 2 kesên din birîndar bûn, û dê lêpirsînekê libarê wê teqînê çê bikin.

Di daxuyaniya xwe de, Hizbulah amaje kir ku, Bediridîn berpirsê operasyonên leşkerî yên li Sûriyê bû, û ligel hêzên rêjîma Esed şerê rikberiyê dikir, herweha ew ji sala 1982an ve di hemû operasyonên (berxwedana îslamî) de beşdar bû.

Hêjayî gotinê ye ku, Mistefa Bediridîn yek ji kesên bi kuştina serokwezîrê Libnanî yê berê, Refîq Herîrî, tawanbar e û ji hêla dadgeha navwelatî ya taybet bi Libnanê ve hatibû xwestin bo vê tawanê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات