Hêzên rêjîmê di êrîşekê de li bakurê Helebê têk diçin

Hêzên rêjîmê di êrîşekê de li bakurê Helebê têk diçin
Balafirên rêjîma Sûrî îro Înê êrîşên xwe li ser hin taxên bakurê Helebê berdewam kirin, hevdem bi pevçûnên di navbera hêzên wê û berên rikberiyê de li qeraxên bajêr, piştî hewldaneke têkçûyî bo pêşveçûnekê li ser zemînê ji hêla rêjîmê ve li wan deveran.

Jêderên meydanî ragihandin ku, blafirên şer taxên Selahdîn, Raşidîn û Kerem Elbêk bi çend êrîşên asîmanî armanc kirin, û hejmarek ji sivîlan birîndar kirin ligel ku şewatên mezin girt avahiyên wan taxan.

Heman jêderan diyar kirin ku, hêzên rêjîmê hewl dan ku derbasî penageha Henderat li bakrê Helebê bibin, lê berên rikber û yên îslamî bi hawin û topên cihenem komên hêzên êrîşker armanc kirin, lewra rêjîm di hewldana xwe de têk çû, hevdem bi êrîşên asîmanî li ser penagehê û Til Birêc û rêya Kastîlo bêyî ku ti ziyanên canî hebin.

Ji hêleke din ve, çekdarên Cebhet El-Nusra û yên Nûredîn Zengî li derdora taxa Raşidîn 5 leşkerên rêjîmê kuştin, dema ku wan hewl dan da termên kuştiyên rêjîmê ji taxê bikişînin, li gorî ku hin çalakvan ragihandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات