Rûsiya û Emerîka beşdarî civîna Viyêna ya bo doseya Sûrî bibin

Rûsiya û Emerîka beşdarî civîna Viyêna ya bo doseya Sûrî bibin
Doseya Sûrî an jî bobelata gelê Sûrî ku weke bobelata dîroka nû tê nîşan kirin, ji paytextekê diçe paytextekê û her dewletek li gorî berjewendiyên xwe dişopînin.

Doseya Sûrî niha li hêviya demeke nû ye ji civînan û ewe civîna girûpa navdewletî ya bo piştgiriya gelê Sûrî li Viyênayê ku ew civîn dê di roja 17 vê mehê lidar bikeve.

Weke civînên Viyêna yên berê dive ku Rûsiya û Îran jî beşdarî wê civînê bibin, çimkî li gorî aliyên navdewletî hebûna Rûsiya û Îran di civînên bo çareseriya Sûrî pir giringe.

Wzîrê derve yê Emerîkî Con Kêrî ji Lundunê ragihand civîna Viyêna mebest jê ew da ku karên ku Rûsiya û Emerîka destpê kirine bi dawî bikin û ew pirojeya Emerîkî Rûsî ewe pilaneke nû bo veguhestina siyasî li sûriyê hrewiha çûna Beşar El-Esed ji ser deshilata Sûriyê û avakirina hikûmeteke hevbeş ji rikberî û rêjîma Sûrî û li gorî zaniyariyan dê ew piroje di destpêka meha Tebaxê de be.

Dema destpêka asta nû ji danûstandinên Cinêvê hîj nehatiye zelalkirin û eşkere kirin û ta niha ne rêjîm û ne rikberiyê jî helwesta xwe derbarê beşdarbûnê diyar nekirine

Nîşanên erênî derbarê lidarxistin û dobarekirina danûstandinên aştiyê li Cinêvê girêdayîne helwest û kiriyarên Rûsan li Sûriyê bi taybet derbarê têkbirina agirbestê ji hêla rêjîm û firokeyên Rûsî ve herwiha fişara Emerîkî li ser rikberiyê.

Weke nîşaneke ku dema dobarekirina danûstandinên Cinêvê nêzîk dibe ewe gotina berdevkê bi navê NYê Ehmed Fewzî dema got ku Emerîka û Rûsiya li ser çareseriya Sûrî bi temamî lihevkirine.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات