Leyla Qasim: Giyanê têkoşîna jina Kurd li hemberî zordariyê

Leyla Qasim: Giyanê têkoşîna jina Kurd li hemberî zordariyê
 Di dîroka gelê Kurd de, salên dirêj ji xebat û têkoşnê li hemberî zordarî û xwînmijiya dijminên vî gelî peyda dibin, rûpelên vê dîrokê hem bi xwînê, hem bi rûmetê hatine xemilandin, ta gihîşte asta destan û efsaneyan ku qet agirê şoreşên azadiyê li cem Kurdan nehatiye vemirandin, dê di bîraweriya Kurdî de demeke dirêjtir bimîne.

Xebatên azadiyê ne tenê ji hêla mêr ve dihate kirin, lê belê dîrok ji me re dibêje ku jina Kurd mil bi mil ve ligel hevbendê jiyana xwe têkoşîn kiriye, û dema ku xebata jinê tê holê, helbet navê Leyla Qasim bi tîpên zêrîn rojeva dîroka têkoşînê dixemilîne.

Leyla Qasim di 1952an li Xaniqînê li Başûrê Kurdistanê jidayik bûye, bi malbata xwe re koçî Bexdayê bû. Di salên xwe yên xwendinê de tevlî Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bû, ramanên şoreş û têkoşînê gelekî bandora xwe li ser wê hebûn, lewra wê biryara tevlîbûna nava refên Pêşmergeyan da, bitaybetî ku di wê demê de, rêjîma Baas şerekî bêhempa li dijî gelê Kurd dikir, û bajarên weke Qeladiz û Helepçeyê di bin êrîşên giran, yên artêşa Îraqî de bûn. Leyla Qasim û hevalên wê jî li hemberî vê zilmê bêdeng neman û biryar dan ku jibo dengê Kurdistanê bigihînin cîhanê û balê bikşînin li ser rewşa Kurdan hewldana revandina balafirekê pêk bînin. Lê beriya ku ew dest bi çalakiyê bikin, ji hêla rêjîmê ve hate girtin ligel hevalên xwe, û di zindanê de rastî îşkenceya giran hat, piştre di 12ê Gulana 1974an de hate bidarvekirin.

Beriya ku bê darvekirin Leyla Qasim ji dayika xwe re ev gotin kir: “Dayika min xem neke, ez  jibo doza Kurdistanê şer dikim. Beriya niha Sedam û komeke ligel wî hatin vir, wan texmîn dikir ku ez ê dest ji doza xwe berdim, Lê belê min daxwaziyên wan nepejirand, mingelê xwe nefirot. Dema ku min got, ‘Ez ê di oxira doza Kurd û Kurdistanê de bidarvekirinê bi rûmetî pêşwazî bikim, min dît ku ka Sedam çiqas qels û reben bûye. Bi mirina me dê bi hezaran Kurd şiyar bibin û ala me wê bê hildan.”

Di wê demê de, hêj temenê Leyla 22 sal bû, dema ku ew peyvên xwe ji dayika xwe re got, berê wê li sêpaya bidarvekirinê bû, peyveke bihêztir pêşkêşî nixurên xwe kir û got: “Dibe ku hûn min bikujin û min ji holê rakin, lê mirina min dê Kurdan şiyar bike“. Leyla Qasim bi sirûda “Ey reqîb“, sirûda neteweyî ya gelê Kurd dixwend, dema ku wê li rûyê dijminê xwe dinêrî û giyanê wê yê pak ji laşê wê der diket, da bibe asîmanek ji berxwedan gelê Kurd re û bi saya wê agirê wê berxwedanê gur bihêlin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات