Rêveberiya saloxgêriya Îranî di kiryarên zordestiyê de li dijî çalakvanên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e, û doh şevê bavê çalakvanekî binçav kir.
Li gorî hin jêderan ku, saloxgêriya bajarê Şinwe lêpirsîn bi bavê çalakvanekî Kurd, ku ew li derveyê welêt e, kir û hejmara telefona wî xwestin, lê bav got ku, tenê peywendiyan bi rêya Facebook re bi lawê xwe re dike, û ta niha ew li cem wan binçavkirî ye.
Heman jêder tekez kirin ku, hêj bavê çalakvan girtî ye, û ev awayekî saloxgêriya Îranî ye, ku fişarê li law bike da bê û xwe radestî wan bike.
التعليقات (0)