Balafirên Hevpeymana Navwelatî doh şevê kom û bargehên rêxistina DAIŞê li gundewarê başûrê Şedadî, li parêzgeha Hesekê, bi hin êrîşên asîmanî armanc kirin û hejmarek ji çekdarên wê kuştin, hevdem bi şer û pevçûnan di navbera HSDê û rêxistinê de li heman deverê.
Li gorî jêderekî xwecihî ji derdora Şedadî ku, balafirên Hevpeymaniyê xalên DAIŞê li gundên Zyanat, Hemra û Kişkiş, ên li başûrê Şedadî topbarandin, di encamê de hejmarek ji çekdarên rêxistinê hatin kuştin ligel bi dehan birîndar bûn.
Heman jêderî diyar kir ku, pevçûnên tund di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) û endamên DAIŞê li derdora gundê Kişkiş rû dan, bêyî ku ti agahî libarê ziyanan bi dest bikevein.
التعليقات (0)