DAIŞ balafirxaneya T4 li rojhilatê Himsê topbaran dike

DAIŞ balafirxaneya T4 li rojhilatê Himsê topbaran dike
Rêxistina DAIŞê hêzên rêjîma Sûrî di hindirê balafirxaneya T4 li gundewarê rojhilatê Himsê bi topên giran û mûşekan topbarandin, û balafirên rêjîmê bi êrîşên asîmanî deverên Şair û Hiwêsîs armanc kirin, hevdem bi heman êrîşan yên Rûsî li ser bargeheke rêxistinê li derdora balafirxaneyê.

Hin jêder ji rojhilatê Himsê ragihandin ku, çekdarên rêxiatinê li wê herêmê bi pêş ve çûn û gihîştine rêya Hims-Tedmur, û gelek dever li ser wê rêyê kontrol kirin, û bi tunadî hêzên rêjîmê di hindirê balafirxaneya T4 de topbaran kirin, bêyî ti encam libarê ziyanan bi dest bikevin.

Li gorî wan jêderan ku, balafirên Rûsî êrîşên asîmanî li ser bargeheke DAIŞê li derdora balafirxaneyê û qeraxên bajarokê Suxnê, li bakurê Tedmurê, pêk anîn û hin alavên şer ên rêxistin rûxandin, hevdem bi armanckirina balafirên rêjîmê ji deverên Şair û Hiwênîs re, bêyî ku ti agahî libarê ziyanan hebin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات