DAIŞ êrîşekê li rojavayê Kobaniyê pêk tîne

DAIŞ êrîşekê li rojavayê Kobaniyê pêk tîne
Grûpek ji çekdarên rêxistina DAIŞê, îro Çarşemê derbasî gundê Zor Mixar li gundewarê rojavayê Kobaniyê bû, û ligel YPGê û hin berên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) ketin pevçûnan de.

Li gorî jêderekî taybet, 25 çekdar ji DAIŞê bi rêya qeyikan re derbasî gundê Zor Mixar bûn, piştre pevçûnên tund di navbera wan û şervanên YPGê de rû dan û hejmarek ji kuştiyan di nava refên rêxistinê de ketin.

Heman jêder diyar kir ku, balafirên Hevpeymaniyê bi lez dest bi topbarandina çekdarên êrîşker kirin, lê hêj ti encam ne diyar in.

Li gorî heman jêderî ku, hêj pevçûn li derdora gund û qelqola wî berdewam in, û balafirên Hevpeymaniyê êrîşên asîmanî li wê deverê dom dikin, bêyî ku ti agahî libarê ziyanan hebin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات