NYê doza rawestandina armanckirina saziyên sivîl li Sûriyê dike

NYê doza rawestandina armanckirina saziyên sivîl li Sûriyê dike
Komîteya lêpirsînê libarê tawanên cegê li Sûriyê ya girêdayî NYê, ji welatên çavdêr ji aşîtiyê re xwest ku di qedexekirina armanckirina saziyên sivîl de alîkar bin.

Komîte got ku, tiştekî girîng e eger welatên çavdêr li ser ewşa Sûrî hewldanên xwe bikin da sivîl bêtin parastin, jiber topbarandin li Sûriyê di dema dawiyê de, tenê sivîlan û saziyên wan arman kirin, weke mînak nexweşxane.

Serokê komîteyê, Pawlo Pînêro diyar kir ku, nerêzgirtina yasayên cengê dê bandorên neyinî li ser tawanbaran bîne.

Ji hêla xwe ve, Mosko û Waşinton amadekariyên lidarxistina kongirekî ji grûpa navdewletî bo piştgiriya Sûriyê re dikin, û dê di 17ê Gulanê de li Viyênayê lidar bikeve, mebest ji kongir ku çêkirina derfetan bi berdewamkirina giftûgoyên aştiyê libarê Sûriyê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات