Cinêv3 û derfetên wendayî!

Cinêv3 û derfetên wendayî!
Gelek guman libarê derfetên lidarxistina geşta 3mîn ji giftûgoyên Cinêv3, ên di navbera rêjîma Esed û rikberiya Sûrî de, hene, çimkî di dema ku Rûsya fişarê li rikberiyê dike da bi asteke nizim ji daxwazan vegere li ser maseya civînan, gelek rikber bixwe ti sûde, yan jî ti encamên erênî ji wan nabînin.

Piştî ku geşta 2mîn ji Cinêv3 bidawî bû, şandeyê navdewletî, Stêfan Dîmistûra, dema geşta li pey re diyar nekir, tevî hewldanên Moskoyê bo vê yekê, lê ti kes bi ya wê nekir.

Rêjîm bi kiryarên xwe yên dawiyê hişt ku rikberî vegera bo giftûgoyan red bike, jiber binpêkirina agirbestê, astengiyên li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovane û mayîna girtiyan di zindanan de, hemû bendên biryara navdewletî ya 2254 in ên ku rêjîm bicih neanî.

Dîistûra belgeya xwe ji Encûmena Ewlekarî re pêşkêş kir, tê de mijara bikaranîna desthilatdariyê di çarçuva pêvajoya veguhêzane de heye, ligel mijarên serokatiyê, çavdêriya li ser dezgehên hikûmî û ewlehî û biryarên cîbicîner gotûbêj dike, herweha, awayên rûbirûkirina terorê, parastina sînorê Sûriyê û sazkirina bingehekê bo pêkanîna rewşeke aram ji welêt re da jiyan bi şêweyekî serast derbas bibe.

Li gorî jêderekî deplomasî Ewropî, Rûsya hêj fişara xwe li ser rikberiyê berdewam dike, da wê vegerîne Cinêv3 li gorî daxwazên xwe, ne li gorî daxwazên rikberiyê, jiber ew hewl dide da krîza Sûrî çareser bike beriya ku dema serokatiya Obama bo Emerîkayê bidawî bibe, çimkî Mosko baş dizane ku, lihevkirin ligel serokê pêşerojê yê Emerîkayê dê ne bi hesanî be.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات