Li Parîs civîna bo çareseriya Sûrî bidawî bû

Li Parîs civîna bo çareseriya Sûrî bidawî bû
Dîsa û beriya vegrandina daûstandinên Cinêvê pêşketinên nû li ser zemînê rû didin, daxuyaniya dawî ya civîna Parîsê ya bo doseya Sûrî tekez kir ku edî hewldanên bo çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re zêde bûne.

Di civînê de 11 welatên Erebî û Rojava di navwan de Emerîka ku weke hevalên gelê Sûrî têne naskirin li gel hevrêzkarê giştî yê desteya rikberiyê beşdarbûn, ji bilî Rûsiya û Îran.

Wezîrê Derve yê Ferensî Can Mark Êrolt daxuyaniya wê civînê xwend û got ku Rêjîma Beşar El-Esed sûcdarê têkbirina pilana agirbestê û veguhestina siyasî herwiha danûstandinên Cinêvê ye, çimkî rêjîmê nehiştiye alîkarî derbasî deverên dorpêçkirî bibin, û ji xwe pênasîn bi pirojeya veguhestina siyasî ya ku li Cinêvê hate pêşkêşkirin nekiriye.

Êrolt di daxuyaniyê de got ku niha hewldan hene da danûstandinên aştiyê di navbera rêjîm û rikberiyê de di 20 vê mehê berdewam bikin, û lihevkirina Rûsî - Emerîkî ya dawî bo pilana agirbestê û nerîna siyasî li Sûriyê nîşana wê yekê ye.

Di heman demê de Mosko û Waşinton hewldan û têkiliyên xwe derbarê pilana agirbestê li seranserî Sûriyê berdewam dikin bi taybet li bajarê Helebê, û li gorî ku hate belavkirin ku Mosko û Waşinton li ser pirojeya veguhestina siyasî jî lihevkirine, û tê pêşbînkirin ku herdu aliyan li ser çûna Beşar El-Esed ji ser deshilata Sûriyê di meha Tebaxa bê de tekez kirine.

Hêjaye gotinê ku aliyên navdewletî yên xwedî bandor dê di hefteya bê de li Viyêna paytextia Nêmsayê bo Sûriyê bicivin û li gorî agahiyan dê Rûsiya û Îran jî di heman civînê de beşdar bibin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات