Rûhanî destdanîna Emerîka li ser pereyên Îranî şermezar dike

Rûhanî destdanîna Emerîka li ser pereyên Îranî şermezar dike
Serokê komara Îranî, Hesen Rûhanî îro Sêşemê ragihand ku, dê welatê wî doznameyekê li ser Waşintonê di dadgeha navdewletî de rake bi tawana destdanîna Emerîka li ser pereyên Îranî yên di bankên xwe de.

Di peyva xwe de li ser kenala fermî ya Îranî, Rûhanî diyar kir ku, dê Waşinton ji dadgehê re bête pêşkêşkirin, jiber doseya destdanîna wê li 2 bilyon dolar ên Îranî, û tekez kir ku, ew qet nahêlin ku ev tişt bigihîje serê.

Hêjayî gotinê ye ku, dadgeha Emerîkî ya bilind di 20ê Nîsana bihurî de biryar dabû ku,gerek e Îran 2 bilyon dolar ji Waşinton re pêşkêş bike, û ew pere ji yên Îranî di bankên Emerîkî de dê bêtin qutkirin.

Libaê vê gavê, berpirsên Îranî nerazîbûna xwe diyar kiribûn û hişyariya bandorên neyinî li ser Emerîka dabûn.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات