DAIŞ bargeheke leşkerî ya rêjîmê li rojhilatê Himsê kontrol dike

DAIŞ bargeheke leşkerî ya rêjîmê li rojhilatê Himsê kontrol dike
Rêxistina DAIŞê îro Sêşemê ragihand ku, çekdarên wê katîbeyeke rêjîmê li nêzî balafirxaneya T4 li gundewarê rojhilatê Himsê bitevahî kontrol kirin, piştî şer û pevçûnên ligel hêzên rêjîma Sûrî li wê deverê.

Jêderekî ji derdora Tedmurê ragihand ku, çekdarên rêxistinê êrîşeke rahêjandî li ser bargeha rêjîmê li wê ketîbeyê kirin piştî topbarandineke tund bi mûşekan, piştre ligel hêzên rêjîmê ketin pevçûnên tund de, tê de hejmarek ji leşkerên rêjîmê hatin kuştin, herweha hin alavên şer ên wê hatin rûxandin.

Li gor ragihandina DAIŞê ku, 20 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û bi dehan ji wan birîndar bûn, û çekdarên rêxistinê 2 topên  57m, 23 m û çendaniyek ji çekên sivik û yên orte qezenc kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, çekdarên DAIŞê hewl didin da balafirxaneya T4 kontrol bikin, û hêzeke mezin bo vê yekê amade kirine, bi mebesta qutkirina rêyên destekdayînê yên ji Tedmurê li ser hêzên rêjîmê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات