Kêrî: Pêwîst e hemû layan li Sûriyê şer rawestînin

Kêrî: Pêwîst e hemû layan li Sûriyê şer rawestînin
Wezîrê derve yê Emerîkayê, Jon Kêrî, ragaihand ku, welatê û Rûsya belgeyek libarê rawestandina şer li tevahiya Sûriyê belav kirin, û doza derbasbûyîna alîkariyên mirovane bo gelek deveran kir.

Di kongirekî çapemenî de li Parîsê, Kêrî diyar kir ku, Emrîka û Rûsya herdu 2 welatên sereke di grûpa navdewletî ya piştgiriya Sûriyê de ne, lewra wan belgeyek belav kirin tê de doza rawestandina şer li tevahiya welêt kirin, herweha pêwîstiya derbaskirina alîkariyên mirovane bo deverên pêdivdar li gorî biryara 2254 a Encûmena Ewlekarî ya navdewletî.

Wezîrê Emerîkî amaje kir ku, dema ku ew li Viyênayê bûn, ev tenê payvên li ser pelan bûn, lê piştî derbestdariya Rûsyayê bi kêmkirina êrîşên asîmanî li Sûriyê, hewldanên wê yên rasteqîn bo pêkanîna aramiyê û rawestandina şer baş zelal bû, û ev geveke erênî ye.

Di dawiya daxuyaniyên xwe de, Kêrî tekez kir ku, rawestandina şer ji hemû layan û serkirde yên li ser zemînê tê xwestin, û got: Gerek e em fişarê li rikberiyê libarê vî tiştî bikin, di heman demê de, ji Rûsya û Îran tê xwestin ku ew ji hêla xwe ve fişarê li rêjîma Beşar Esed bikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات