Şerê Rojhilatê Kurdistanê dîsa vedgere rojevê, vê carê di navbera Pêşmergeyên Rojhilat û hêzên berevaniya şoreşgerî yên Îran de.
Jêderekî leşkerî ji nava Pêşmergeyên Rojhilat diyar kir, ku şer ew heyama 2 hefteyan destpê kiriye, lê niha tundtir bûye û piraniya pevçûnan li Rebadê ya girêdayî bajarê Serdeştê ya herêma Urmiyê ne.
Wî jêderî eşkere kir, ku Şervanên Pêşmerge êrîşî 3 xalên hêzên Îranî kirin û di encamê de, bi 10an kuştî û birîndar ji hêzên Îranî ketin. Li gorî agahiyan, hêzên Îranî çekên giran û firoke û tank bikar anîn, da ku operesiyona Pêşmergeyan ji ser xwe vegerînin, bê ku ti ziyan bighêjin şervanên Kurd.
Di nava 15 kuştiyên rêjîma Îranî de, 3 serbaz jî hebûn, ji bilî ku nêzî 60 jî birîndar ketine û beşek ji çekên wan jî hatin desteserkirin, lewma hêzên Îranî piştevaniyeke mezin ber bi Urmiyê de birin û xalên, ku Pêşmergeyan êrîş kiribûn, mîna Hemran û Miyûmî dîsa kontrol kirin.
Ew êrîş û operesiyonên Pêşmergeyan hatin piştî rêjîma Îranî kiriyarên tûj û tund dijî ciwan, çalakvan û siyasetmedarên Kurd pêk anîn, û jimarek ji yên binçavkirî jî, di dema dawî de bidarve kirin.
Piraniya şervanên Pêşmergeyên Rojhilat ji şervanên Partî Demoqratî Kurdistanî Rojhilat in, û cîhê wan li seranserî çiyayên Rojhilatê Kurdistanê belav dibin bi taybet li derdora Mehabad û Urmiyê.
التعليقات (0)