Artêşa Tirkî îro Yekşemê bargehên rêxistina DAIŞê li gundewarê bakurê Helebê topbarandin, di encamê de 55 çekdarên rêxistinê hatine kuştin.
Li gorî hin jêderên leşkerî ji artêşa Tirkiyê ku, balafirên Tirkî hin xalên DAIŞê li navçeya Soran Izaz û gundên derdora wê ji artêşê re diyar kirin, û bi top û mûşekan ew xal topbarandin.
Heman jêder diyar kirin ku, di encama topbaranê de, 3ê wesayitên leşkerî û 3ê avêjerên mûşekan ên DAIŞê hatin rûxandin, ligel ku 55 çekdarên rêxistinê hatin kuştin, herweha balafirên Tirkî bixwe heman xal topbarandin.
التعليقات (0)