Dîwarê Tirkiyê li ser sînorê Rojava li gorî Kurdan dîwarê şermê ye

Dîwarê Tirkiyê li ser sînorê Rojava li gorî Kurdan dîwarê şermê ye
Nêzî 6 meha ne, dewleta Tirkî amedekariyan dikin da dîwarekî sînorî di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ava bike, ev bêhtitrî mehekê ye ev proje li ser sînorê di navbera bajarê Dêrikê û Cizîrê de pêk tê, ku dîwarek ji konkrêtên çîmentoyê tê avakirin, ta niha ji gundê Endîwerê destpê kiriye ta gundê Zihêriyê,û ji wir digihîje ta bi gundê Çemşeref, li gundê Zihêriyê ev dîwar bi bilindbûna 3ê mitran hêj tê avakirin.

Projeya dîwarê sînorî bi dirêjahiya 920 kîlomitrî ye, ji gundê Xanikê li bajarê Dêrikê destpê dike ta gundê Şiyê li Efrînê, û deverên  ta niha li wan nehatine avakirin ew deverên ku şer lê berdewam e,  lê bingeha dîwar li ser dirêjahiya sînor hatiye danîn.

 Derbarê avakirina vî dîwarî de, Serokê encûmena Eyaleta bajarê Dêrikê, Yûsiv Hacî ji Orient Net re got ku, ev projeya dewleta Tirkî jibo ku Rojava û Bakur ji hev bên cudakirin û daxwazek e da peywendiyên gelê Kurd ji hev qut bikin, herweha, ev gavek e bo rêkeftina Sayks Pîko nû bibe ,ku ji berî sed salî hatiye îmzekirin û her çar aliyên Kurdistanê ji hev parçe kir, ev planek e da bandora şoreşa Rojava li ser Bakurê Kurdistanê nebe. Di derdewamiya axavtina xwe de, Hacî got: Dewleta Tirkî jibîr dike ku miletê Kurd li dirêjahiya dîrokê bi hev girêdayî ye û ti carî ev dîwar nikare milet ji hev qut bike, jiber girêdana milet girêdana xwînê ye û bi sedan xortên Rojava li Bakur şehîd bûne û hemberî wê bi sedan xortên Bakur li Rojava xwîna wan rijiyaye. Di dawiya axavtina xwe de, Hacî ji me re got ku, ev leystoka rêjîma Tirkî naçe serî û çiqasî zorê bikin wê milet li beramberî vê rêjîmê rabe.

Li gorî yasaya navdewletî, ji mafê her dewletekê ye ku sînorê xwe biparêzê eger gef lê hatin kirin, lê ne dema ku dewleta cîran di rewşeke şer û pevçûnan de derbas bibe, ev xal ji aliyê mafnas, Ekrem Sadiq ve ji Orient Net re hate zelalkirin, Sadiq Diyar kir ku, îro deweleta Sûrî dewleteke wêrankirî ye û ji hemû aliyan ve ti kes nîne miletê Sûrî ragire, di aliyê mirovahî de ev sînor tê girtin li ber xelkê Sûrî yê ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, û bi rengekî giştî dewleta Tirkî siyaseteke neyinî bi xelkê Sûrî re dimeşîne û di aliyê mirovahî de mafên yasayî bikar tîne û dergehên xwe li pêşiya milet digrin.

Dîwarê Şermê, bi van gotinan bavê Fener yek ji rewşenbîrên bajarê Dêrikê vê projeyê bi nav dike, û ji me re got ku, ev dîwar nûkirinek e ji peymana Qesir Şêrîn re, ku dîwaran ava dikin û xendeqa dikolin, lê tiştek ji van gefan der nakevin, siyaseta vê rêjîmê naçe serî. bavê Fener got ku dewleta Tirkî destê wê di wêrana welatê Sûrî de heye, û tevî vê yekê dîwaran ava dike, û tekez kir ku, ne dîwar û ne xendeq nikarin vîna miletê Kurd bişkînin û xelkê Bakurê Kurdistanê di bin piyê rêjîma Tirkî de weke volkanekê ne û demeke nêz de dê biteqe.

Mihemed Elî welatiyeke ji bajarê Dêrikê ye ji Orient Net re axivî û got: Rêjîmên dagirker xema wan ya sereke ew e ku miletê Kurd ji hev veqetînin û em avakirina vî dîwarî şermezar dikin, ti carî em bi avakirina dîwaran ji hev parçe nabin.

Tê zanîn ku dîwarê sînorî berî niha li Qamişlo û li Serê Kaniyê jî hatiye avakirin û li gelek deveran derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bûye, lê hêj ti liv ji hêla tevgera siyasî ya Kurdî libarê wê nehatiye kirin û ne jî ji hêla kesên berpirs, tenê milet carnan bi rêya xwepêşandanan yan mangirtinan nerazîbûna xwe diyar dikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات