Fecir El-Xîlafe doza rakirina dorpêça zindana Hemayê dike

Fecir El-Xîlafe doza rakirina dorpêça zindana Hemayê dike
Ketîbeyên Fecir El-Xîlafe yên li Helebê, îro Yekşemê, pejirandina derbasbûyîna Heyva Sor a Sûrî bo rahijtina termên endamên rêjîmê li taxa Cimiyet El-Zehrai ragihand, hemberî rakirina rêjîmê dorpêçkirina xwe ji zindana Hemayê re.

Li gorî daxuyaniya wan, Fecir El-Xîlafe diyar ku ku rakirina dorpêçê li ser zindana Hemayê mercê wê ye bo pejirandina derbasbûyîna Heyva Sor, da termên hêzên rêjîmê yên ku di teqîna navenda wê de li taxa Cimiyet El-Zehrai hatibûne kuştin ji wir rakin.

Heman daxuyanî doza serbestberdana hejmarek ji dîlgirtiyên jin di girtîgehên rêjîmê de kir, herweha radestkirina termên kuştiyên berên rikberiyê yên ku di şerên taxa Heleb El-Cidîdê di 26ê Nîsana bihurî de hatibûne kuştin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات