Şer û pevçûn di navbera rêxistina DAIŞê û berên rikberiyê de, îro Yekşemê, li hin deveran li gundewarê bakurê Helebê dîsa rû dan, di çarçuva hewldanên rêxistinê de bo firehkirina kontrola xwe li ser deverên sînorê Sûrî-Tirkî, û amadekariyên xwe bo êrîşkirina bajarokê Mar’i dike.
Serkirdeyekî meydanî ji berên rikberiyê ragihand ku, çekdarên DAIŞê bajarokê Mar’i bi mûşekên katyoşa û hawinan topbarndin, û êrîşeke mezin li ser barhgehên rikberiyê li derdora gundê Sendef pêk anîn, lê çekdarên Sultan Murad û yên Feyleq El-Şam rastî wan hatin û êrîşa wan têk birin.
Heman serkirde diyar kir ku, balafirên Hevpeymana Navnetewî xalên DAIŞê li derdora bajarokê Soran Izaz û devera Dabiq armanc kirin, û hejmarek ji çekdarên wê hatin kuştin.
التعليقات (0)