Êdî Esed nema ji Moskoyê re girîng e û dê biçe!

Êdî Esed nema ji Moskoyê re girîng e û dê biçe!
Malpera "Tabnak" a nêzîk ji Heres Elsewrî yê Îranî re got ku, planeke Emerîkî-Rûsî tê sazkirin û ji hêla wezîrên derve yên herdu welatan, Jon Kêrî û Sêrgî Lavrov ve tê gotûbêjkirin, libarê bidwîkirina serokatiya Beşar Esed ji desthilatdariyê, li gorî ku rojnameya El-Qebis a Kiwêtî ragihandiye.

Tabnak diyar kir ku, nêrînên Emerîka û Rûsyayê libarê çûyîna Esed nêzîk hev bûne, û daxuyaniyên Kêrî û Lavrov vê amajeyê nîşan didin, herweha diyar dibe ku, hevrêzkarî û karê hevbeş di navbera herdu welatên mezin de gihîştine asta dawî.

Li gorî daxuyaniyên wezîrê derve yê Rûsî ku, Beşar Esed ne alîgirê Rûsyayê ye, û libarê van daxuyaniyan, Tabnak got ku, ev cara yekemîn e ku Mosko helwesteke wisa zelal libarê serokê rêjîmê destnîşan dike, û ev tê wateya ku ti xêzên sor bo kesayetiya Esed li gorî Rûsyayê nemane, bitaybetî di çi giftûgoyan de be libarê Sûriyê.

Heman malper tekez kir ku, xwesteka Rûsyayê bo çûyîna Beşar Esed heye, ev xwestek tê beriya ku dema serokatiya Barak Obama bidawî bibe, jiber Rûs baş dizanin ku, çi Hêlarî Klînton yan çi Donald Trump serokê Emerîkayê bin, dê rêkeftin libarê krîza Sûrî ligel wan pir dijwar be.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات