Kuştina fermandarê polîsa rêjîmê di êrîşeke DAIŞê de li Dêra Zorê

Kuştina fermandarê polîsa rêjîmê di êrîşeke DAIŞê de li Dêra Zorê
Di çarçuva şer û pevçûnan de ligel çekdarên rêxistina DAIŞê, li herêma pîşesaziyê (sîna’a) li bajarê Dêra Zorê, fermandarê polîsa bajêr ya rêjîma Sûrî hate kuştin.

Jêderekî xwecihî ji Dêra Zorê ragihand ku, çekdarên DAIŞê êrîşî navenda polîsê li herêma pîşesaziyê di orta bajêr de kirin, û fermandarê wê, Mumtaz Silêman Elhesen di êrîşê de hate kuştin.

Heman jêder diyar kir ku, çekdarên rêxistinê di herdu rojên bihurî de, êrîşên xwe li ser bargehên rêjîmê li Dêra Zorê bêhtir kirine, û gelek çekdar di encama pevçûnan de, ji herdu aliyan, hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku, fermandarê kuştî, Elhesen ji nişteciyên parêzgeha Hesekê ye, û li taxa Xiwêran jidayik bûye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات