Wlatê Çînê hevpeymanek ligel Neteweyên Yekbûyî îmze kir û li gorî wê, bi mebesta piştgiriya aştî, ewlehî û pêşvexistinê, dê ew li ser hejmarek car, bilyonek dolarî bide dezgeha navnetewî.
Di deh salên pêşî de, dê Çîn 200 milyon dolarî bide, ku nîvê wan ji bo projeyên aştî û ewlehiyê û nîviyê din ji bo projeyên pêşvexistinê dê werin bikaranîn û hîn dema dayîna 800 milyonên mayî nehatiye eşkerekirin.
Li vê barê, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon spasiya xwe ji Çînê re pêşkêş kir û got, ku ev yek piştgiriya Çînê ji armanc û çalakiyên NYê re nîşan dide.
التعليقات (0)