Li bajarê Til Ebiyedê Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, 3 welatiyên herêmê bi guleyan reşandin, û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û yê di jî birîndar bû.
Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku îro Şemiyê demjimêr 8:00ê sibehê û dema 3 welatiyan xwestin ji gundê Merkebê yê rojhilatê bajarê Til Ebiyedê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ew rastî guleyên Artêşa Tirk hatin û di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Temo yê 40 salî, û ciwanê bi navê Mistefa Mihemed yê 22 salî jiyana xwe ji dest dan û Ebdilxenî El-Elî yê 29 salî jî birîndar bû.
التعليقات (0)