Ajansa Akî ya Îtalî li ser zara hin berpirsên deblomasî yên Ewropî ragihand ku pêşiniyarek heye da hikûmeteke Sûrî nûnertiya rikberiyê bike were avakirin, û dê ew hkûmet heykeleke nû be ji rikberiyê re herwiha têkeve şûna hemû beşên rikberiyê yên mayî.
Ajansê diyar kir ku ew pêşiniyar dê çareseriyek be da ku Cinêv dîsa berdewam bike, û dê nûnerên wê hikûmetê di weke rikberiya Sûrî di Cinêvê de beşdar bibin, lê ta niha nehatiye zelalkirin û eşkere kirin bê aliyên beşdar kî ne, û ne hatiye zanîn bê wê kî serberiştiya avakirina wê hikûmetê bike.
Ji aliyê xwe ve hin deblomasî û berpirsên Ewropî texmîn dikin ku nakokiyên mezin di navbera perçeyên rikberiyê de encam bidin bi taybet ji aliyê desteya rikberiyê ve ya ku li Riyadê hate avakirin , çimkî ew pêşniyariya Ewrûpî weke jihevxistina desteya rikberiyê tê nîşankirin .
Aliyên rikberiyê jî şandeyê Nyê bo Sûriyê Sitîvan Dîmistora bi hewildanên jihevxistina desteya bilind ya rikberiyê dike da ku rikberiyekê li gorî xwesteka Rûsiya û rêjîma Esed avabike, û kesayetên mîna şandeya Qahira û ya Himêmîm tevî şandeya rikberiyê bikin, û ji xwe ew yek herdem ji hêla rikberiyê ve tê red kirin.
التعليقات (0)