Hêzên rêjîma Sûrî û mîlîşyeyên alîgirên wê, îro Şemiyê, êrîşeke berfireh li ser bargehên berên rikberiyê li taxên rojavayî yên bajarê Helebê pêk anîn, û hewl dan ku rêyên destekdayînê di navbera başûr û rojava yên bajêr qut bikin, hevdem bi êrîşên asîmanî ji hêla balafirên şer ve li ser wan deveran.
Jêderên meydanî ragihandin ku, hêzên rêjîmê û mîlîşyeyên Îraqî ji 3ê mihweran ve êrîşî xalên rikberiyê li taxa Raşidîn kirin, piştî ku wan ew dever bi mûşek û topan armanc kirin, piştre pevçûnên tund di navbera hêzên êrîşker û çekdarên Ehrar El-Şam û yên Odeya Operasyonên Fetih Heleb de rû dan.
Heman jêderan diyar kirin ku, çekdarên rikberiyê bi mûşekeke taw tangeke rêjîmê rûxandin, û beşek ji hêzên êrîşker ji tax vekişiyan piştî ku hewldana derbasbûyînê têk çû, hevdem bi êrîşên asîmanî li ser taxê û bajarokê Mensûra ji hêla balafirên şer ve, û heman balafir bajarokê Xan El-Esel bi 4 bermîlên teqîner armanc kirin, bêyî ku ti ziyanên canî hebin.
التعليقات (0)