Li gorî hin çalakvanan ku, Ceyş El-Îslam hezeke leşkerî mezin ligel tangan kom kir, û dikarîbû bajarokê Misraba kontrol bike, piştî şerekî bêhempa ligel çekdarên Feyleq El-Rehman, û hejmarek ji kuştiyan ji herdu aliyan.
Heman çalakvanan diyar kirin ku, hêzên Ceyş El-Îslam berê xwe dane bajarokê Hemûriyê, û pevçûnên tnd di navbera wan û çekdarên El-Rehman û yên El-Fistat de diqewimin.
Ev pêşveçûnên dawiyê rû dan piştî ku serkirdeyê El-Îslam, Ebû Hemam El-Bwêdanî parçekirina Xûta Rojhilat red kir, di heman demê de, El-Bwêdanî tekez kir ku, şerê wan şerê xweparastinê ye.
Hêjayî gotinê ye ku, Feyleq El-Rehman daxuyaniyek belav kiribû, tê de ragihand ku ew ligel Ceyş El-Îslam negihîştine lihevkirinekê libarê rawestandina pevçûnan di navbera herdu aliyan de.
التعليقات (0)