Balafirên Hevpeymaniyê DAIŞ li bakurê Helebê armanc dikin

Balafirên Hevpeymaniyê DAIŞ li bakurê Helebê armanc dikin
Balafirên Hevpeymana Navnetewî, îro Şemiyê, hejmarek ji êrîşên asîmanî li ser baegehên rêxistina DAIŞê, li gundewarê bakurê Helebê pêk anîn, hevdem bi şer û pevçûnan di navbera berên rikberiyê û çekdarên rêxistinê de li hin deveran li ser sînorê Sûrî-Tirkî, di çarçuva hewldanên rêxistinê de bo kontrolkirina wan deveran.

Serkirdeyekî meydanî ji berên rikber ragihand ku, balafirên şer ên Hevpeymaniyê  bi hejmarek ji êrîşên asîmaî, xalên DAIŞê li bajarokên Yênî Yebanî, Ehmediyê û Raiî armanc kirin, di encamê de, 2 bargehên rêxistinê hatine rûxandin, herweha tirimbêleke mayînkirî ya wê bi lêdanekê hate teqandin beriya ku ew bigihîje bajarokê Dûdyan û komên rikber armanc bike.

Heman jêder diyar kir ku, pevçûnên tund di navbera DAIŞ û berên rikberiyê de li Qere Mezre’e û derdora Dûdyan rû dan, û çekdarên rêxistinê hewl dan ku ku Dûdyan vegerînin bin kontrola xwe, û tekez kir ku hêj ew pevçûn berdewam in.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات