Tirkiyê: Ji bo ’’parvekirina nepeniyên welat’’, 2 rojnamevan dikevin zindanê

Tirkiyê: Ji bo ’’parvekirina nepeniyên welat’’, 2 rojnamevan dikevin zindanê

Alavên çapemeniya Tirkî ragihandin, ku îro dadgehekê li Istenbolê sizayê 5 sal û 10 mehan li rojnamevanê Tirk û rêvebirê rojnameya ’’Huriyet’’ Can Doner û herweha 5 sal li hevalê wî Erdem Gul, ji ber parvekirina raporekê li ser barekî çekan, ku Tirkiyê bo rikberên Sûrî şandiye biriye.

Darizandina, ku bi tevlîhevî û gengeşeyeke mezin libarê azadiya çapemeniyê bidawî hat û herdû rojnamevan, ji tohmeta saloxgêriya hatin bêrîkirin, li ji ber parvekirina ’’nepeniyên welat’’ wan sizayê zindanê wergirtin.

Hêjayî gotinê ye, ku dema darizandinê de, Doner rastî hewldana kuştinê ji hêlê kesekî li dadgehê ve hatibû. Li ser vê yekê, alavên çapemeniyê ragihandin, ku wî kesî çend gule bi aliyê Doner de barandine û ew weke ’’xayin’’ binav kiriye. Şûnde wî kesî çekê xwe avêtiye û xwe radestî polîsan kiriye.   

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات