El Cubêr: Esed hemû peymanên navnetewî serguh kirine

El Cubêr: Esed hemû peymanên navnetewî serguh kirine

Wezîrê karên derve yê Erebistana Se’ûdî Adil El Cubêr got, kiriyarên Esed dijî gelê Sûrî, nemaze bombebarankirina nexweşxaneyan, hemû peymanên navnetewî binpê kirine.

El Cubêr got, ku rêjîma Esed rêz ji hevpeymana agirbestê re negirt, lê bervajî wê, agirbest her ji hêla hêzên rêjîmê ve hatiye şikandin û got:’’ Se’ûdî û civaka navnetewî wan kiriyaran weke tawanan dibînin’’.

Wezîrê Se’ûdî got, ku pêwîst e Esed rêzgirtinê ji biriyarên navnetewî re nîşanbide û kiriyarên tundiyê rawestîne, da alîkariyên mirovahî karibin bigihêjin Helebê û şûnde, dê pêvajoya çareseriya siysî karibe ji nûve were destpêkirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات