Piştî hevdîtina bi wezîrê derve yê Rûsî Sêergî Lavrov, wezîrê derve yê Qeterî Mihemed Ebdirehman Al Sanî anî ziman ku Rûsiya lîstikvanekî bi hêze di navçeyê de û dive bi erkê xwe yê erênî rabe.
Wezîrê derve yê Qeterî Mihemed Ebdirehman Al Sanî da zanîn ku welatê wî têkiliyan bi hemî aliyan re dike da kuştin û topbarana bi ser sivîlan de li Sûriyê were rawestandin, ji hêla xwe ve wezîrê deve yê Rûsî Sêrgî Lavrov got ku pîvan hene da şer û topbaran herwisa agirbest li Sûriyê pêk were.
التعليقات (0)