Rêjîm û Rûsya agahiyên êrîşên wan li ser penagehekê li Idlibê tune dikin

Rêjîm û Rûsya agahiyên êrîşên wan li ser penagehekê li Idlibê tune dikin
Fermandariya artêşa rêjîma Sûrî, îro Înê, ragihand ku, balafirên wan êrîşî penageha Kemûnê li Idlibê nekirine, û grûpên terorîst bi wê êrîşê tawanbar kir, di heman demê de, wezareta derve ya Rûsî got ku, balafirên wê roja Pêncşemê li ser heman penagehê nefiriyane, û texmîn kir ku Cebhet El-Nusra ew êrîş pêk aniye.

Ajansa nûçayan a rêjîmê, SANA daxuyaniyek artêşê belav kir, tê de hat ku, agahiyên libarê êrîşkirina balafirên wan li ser penagehekê li gundewarê Idlibê ne rast in, û grûpên terorîst sivîlan armanc dikin da artêşê tawanbar be.

Ji hêla xwe ve, berdevkê wezareta derve ya Rûsî diyar kir ku, li gorî ziyanên li penagehê bûne, yên ku di rêya vîdyo û wêneyan re tên dîtin, penageh rastî êrîşekê bi topan hatiye, û cûreya wan topan bi şêweyekî berfireh ji hêla El-Nusra ve tê bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye ku, rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihandibû ku, 28 sivîl ji wan jin û zarok, di êrîşeke asîmanî de li ser penageha Kemûna ya nêzî bajarokê Sermeda li gundewarê bakurê Idlibê hatine kuştin, bêyî ku aliyê êrîşker bi nac bike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات