Mûsimê zad li Kobaniyê jiber kêmbûna baranê ji cotkaran re ziyan e

Mûsimê zad li Kobaniyê jiber kêmbûna baranê ji cotkaran re ziyan e
Kêmbûna rêjeya baranê li kantona Kobaniyê bû sedema ku zadê ceh li gundên başûr û rojhilatê wê ne bi şêweyekî baş şîn bibe, û rêjeya herî bilind ji hiktarekî re 8 çewal e.

Di vê salê de, baran ne li gorî pêdiviya xakê bariya, lewra zad li Kobaniyê pir kêm xuya ye, bitaybetî li gundewarê başûr û rojhilatê wê ku xaka wan kêmav e û ji çandiniyê re ne gelekî baş e.

Rûbara çandiniyê li herêma Kobaniyê digihîje 163094 hiktarî, û bitevahiya xwe bi zadên genim û biqûlan tê çandin, 10 hezar hiktar ji wê bi avadaniyê tê çandin û piraniya xwe li gundên li derdora çemê Feratê li rojavayê kantonêbelav dibin, lê xaka mayî bejî ye.

Zadê ceh rêjeyeke baş ji çandiniya Kobaniyê digire, lê îsal ne bi şêweyekî baş xuya dike, û ta niha simbilên wê qam qut in û libên wê vala ne, lewra dê dahatiyên wê gelekî kêm bin.

Paletiya zadê ceh bi derasan li rojhilat û başûr ên Kobaniyê beriya çend rojan destpê kir, li gorî cotkarên herêmê ku dahatî pir kêm in, ji 1 ta 8 çewalî ji yek hiktarî re, lê li gundên rojavayên wê digihîje 10 çewalan, jiber ku bi ava xwe pir zengîne, herweha xaka wê ji çandiniyê re geş e.

Li gorî van encaman, dê ziyaneke mezin li cotkaran bê, jiber mûsimê wan di metirsiyê de ye, û dê pereyên ku li çandiniyê xerç kirine der nexin, lewra hin ji wan cotkaran paletî nekirin û tenê ew xak bi semad kirin, da ziyanên madî gelekî li wan nebin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات